Bi helkefta salroja damizrandina radiyoya Duhok

Di bîst saliya radiyoya Duhok de

Radiyoya Duhok mînbera yekê ya azadiya raderbirînê bûye li deverê

Berî bîst salan bi tenê çiwar demjmêran radyoya Duhok dest bi pexşê xwe kir, li 2000 ê wê ve geşekirî ye bi rêka wergirtina mifay ji teknulujiya nû, peyama radyoya Duhok girêday çespandina yasayê û guhorîna civakî bo civakekê sivêl û kar dike bo aştî û pêk vejiyanê û yek ji taybetmendyên radiyoya Duhok ewe ku girêday bernameyane û xelkek jî şiyaye mifay jê bibînît û çendîn radyoyên dî ji der vey welatî jî mifa ji bername û erşîfê wê wergirtî ye.

Duhok, Hemze Rezîkî:

Kamîran Reşîd Berwarî, rêveberê radiyoya Duhok bo rojnama Evro diyarkir ku radyo bi şêweyekê fermî li 14/10/1992 ê hatî ye damezirandin, li pêşekiya damezirandinê çiwar demjmêran daye karî û spêdehiyan bi tenê bû, û got: Damezirandina wê ruhek û germatiyeka kurdînî têda hebûye, lewra li avahiyê rêveberiya çandinê bi serketina 111 dereca em serketîn û di yek jûr da ku navibireka bi nayilunî hatî ye çêkirin dihate pexşikirin û bername û nivîsîna deng û basan û gehandina peyaman û derihênan dihate kirin.

Rêveberê radyoyê ew jî diyarkir ku li wî demî bi tenê dinav senterê bajêrê Duhokê dikêşa ewjî ne li hemû taxan û li sala 1998 ê gehiştî ye bêsirê û zawe jî anku hêzek bi xweve dîtî ye û li sala 1998 ê bûye xudan baregayekê serbexu, li 2000 ê wêve radiyoya Duhok geşekirî ye bi rêka danana borcekî li serê çiyayê garey û yek jî li hewlêrê hate danan û dîsan bi setelaytê ve hate girêdan û çû dinav tura entirinêtê da û bû wek kaniyek û roj bo roj ketî ye di qonaxên zêrîn da û şiyaye mifay ji teknulujiya nû werbigirît û bi wê rêkê cemawerekê yekcar zûr bi taybet ji der vey Kurdistanê bo xwe peydakirî ye.

Kamîran Reşîd li wê bawerê bû ku radyoya Duhok ya yekê bûye di pexşê zîndî da ji hemû pexşên dezgehên ragehandinê li Duhokê, ewjî li xunîşandana cemawerî li aluka bûye û got: Li sala 2003 ê demê bajêr hhatine berdan û xelkekî qesta gundan kirî em şiyayin 24 demjmêran bikevîne di xizmetê da û bi rêya tureka berfireh ya hêlên peywendiyê rojane pêzanînan bigehîne xelkekî û hemû têlefzîwn û setelayit mabûn lê jiberku xelkek nedişiya wan bibînît lewra radiyoyê rolekê serekî hebûye, niha radiyoya Duhok dinaverok û gehandina pexşê xwe dişêt 24 demjmêran xizmeta guhdarên xwe bike û jimara guhdaran jî li saytê xwe yê entirinêtê yê zêdekirî û 250 kes pêk ve dişên di çirikekê de guhdariyê bikin û niha bi rêya saytê entirinêtê cemawerekê baş li ustiraliya û Emirîka û Ewropa peywendiyê bi radiyoyê dikin û bi taybet bernamê spêdebaş Kurdistan xelkek li Ewropa bixwevegirêdaye û bi rêka wî rojane dizanin çi li Duhokê rûdide.

Rêveberê radyoyê li dor peyama radyoyê diyarkir ku ya girêday çespandina yasayê û guhorîna civakî bo civakekê sivêl û gotjî: Kardikin bo aştî û pêk vejiyanê û me divêt ji zaroy û heta danemirî rewşenbîriyeka giştî werbigirin û yek ji taybetmendyên radiyoya Duhok ewe ku girêday bernameyane û raste gelek radiyo hene yên deng û basan yan yên demborandinê û siyasetê ya me zêdebarî deng û basan girêday bernameyane û min bawere me ji çi layenanive valatî nekirî ye û di hemû warekî da me bername hene.

Tiştê giring li dev rêveberê radyoyê ewbûye ku giring murika deverê bi radyoya Duhok veya pêvegirêdaye û got: Ez dişêm bêjim take dezgehê ragehandinê ye ku girêday devera xwe be û heke her têlefzîwnek yan radyoyeka dîtir bi helbjêrî dê diyarbe radyoya Duhok di warê zimanî da xizmeteka mezintir ya kirî û şiyaye xizmeta kultur û huner û avedankirina deverê bike.

Herwesan diyarkir jî wan hindek bername hene pitir ji 100 peywediyan werdigirin û sercemê peywendiyên rojane yên radyoyê renge ji 200 peywendiya bibûr in, çunku me du sê bername rojane hene û xelkek gelek pêve girêdaye û jiblî bernameyên heftiyane ku rojane çend jiwanjî dihêne belafkirin, hemû bera

Nameyên radyoya Duhok zîndî dihêne pêşkêşikirin û xuş bextane çi bernameyên tumarikirî li radyoya Duhok nînin.

Li dor şêwazên xizmetê jî, Kamîran Reşîd diyarkir ku jiblî bernameyan ew xizmeta xelkî ji layekê dîtirjî ve dikin bo nimûne agehdarî û berzebûna tişta û arîşeyên peydadbin û daxwazkirina xwînê û... Hitid, û got: Xelkek rojane bo van karan û dîsan bo arastekirina gazindeyan jî qesta baregayê radyoyê dikin, û destxusiyê li bernameyên spêdebaş û demjmêreka azad dikem ku şiyayne xwe li arîşeyên xelkî bikine xudan û radyoya Duhok mînbera yekê ya ragehandina azad bûye li deverê û piştî me renge xelkekî bi hindek navên dî ev hizire kiribît, destpêşxeriya radiyoya Duhok û henaseyek bû me daye xelkê xwe ku bi rêka bernamên azad rojane arîşeyên xelkî dihêne çareserkirin û zêdebarî tura peyamnêrên me şiyaye arîşên xelkî bigehînin û ez dişêm bêjim radyoya Duhok şiyaye gelek arîşeyan xwe lê bike xwedan û çareserbketin.

Rêveberî ew jî diyarkir ku piştî radyoya Duhok gelek radyo hhatine vekirin û bo vê teknulujiyaya nû û sîstemê dana turê dinav radyoyê da û wan bi harîkariya teknîkarên xwe destpêşxeriyeka baş kirî ye û sîstemê swêdî danaye û di wî biwarî da wan harîkariya radyoya dengê Kurdistana Îraqê kirî ye û weku dana erşîfî û harîkariya radyoya şingal û bilê û akirê û ferhengxanê jî û her radyoyeka nû hatibe danan wan harîkarî ya li gel kirî.

Bo sala nû li dûv gotinên rêveberê radyoyê wan li bere baregayê xwe bi guhorin û got: Birastî em di nav xaniyekî de ne û yê kevnare, çaverêyne û hîviya me ewe me baregayekê nû hebe û ew radyoya çûye di bîst saliyê da helbet di kawdanên bkûrî da ya bi sanehî nebûye, di bîst saliyê pîruzbahiyê li hemû hevalên niha yan li demê xweda kar li radyoyê kirî dikem û ez didanim ev radyoye qutabxane û gelek dezgehan dê çyê dê karmendên wê lê bînî û hîviya min ewe cuşeka mezintir karbikin ku jyê wê bigehe 100 saliyê jî û supasiya kargêriya parêzgehê Duhokê û liqên partî dikem ku herdem harîkarbûn.

Lawkê Hacî berpirsê raportên rojane li radyoyê, bo rojnama evro diyarkir radyoya Duhok bi rengekê rojane raportan werdigirît diyarkir raportên wan cuda cudane û hemû warên jiyanê ji xizmetkarî û rewşenbîrî û saxlemî û... Hitid. Û got: Renge hindek caran babet ne bi wî rengî be ku bibe raport û ji bihayê wî mezintir bo bihête dan yan kêmtir dabîtê lewra dihête redkirin û me 17 peyamnêr hene li pitiriya deveran weku Amêdî, zaxo, akirê, Şêxan û berdereş û gelek nahiyan jî, weku bamerinê û batîfa û mangêşkê hene û raport hindek li dûv daxwaziya me dihêne amadekirin û hindek jî li dûv dîtina peyamnêrî ku giringiya xwe heye û her peyamnêrek jî azade di helbijartina babetên raportê da, renge rojane dorên 10 raportan em ji peyamnêran werdigirîn û piştî dihêne helsengandin û paqij kirin, dihinêrîne studyoyê bo pexşikirinê

Awaz Mesûd, berhevkar û pêşkêşkara bernamê spêde baş, diyarkir ku bernamê spêde baş weku rojnameka rojane ye bo guhdaran ku gelek birige û babetan bi xwevedgirît, û got li destpêkê em bi babetên saxlemî û zanistî û bi şîretên nuşdarekî dest bi bernamey dikin, dîsan rojane me vekulerên civakî jî hene û rojane babetek yan kêşeyeka civakî em behs dikin û nuçe û raportên rêveberiyan û kurtiya deng û basan jî têda dihêne pêşkêşikirin, û diyarkirina bihayên keristeyên xwarinê û berçavkirina arîşeyên bajêrî û rûdanên agirberbûnê û rewşa seqay û jivanên gestan û weku evro di mêjûyê û berçavkirina manşêytên rojnameyên rojane li Duhokê bo guhdaran didine diyarkirin.

Awazxanê diyarkir jî bername ji, heta 8 : 30 -11 : 00 spêdê vedikêşît û got: Ez li wê bawerê me guhdarên bernamey zêde hene, çunku demê xelkek me dibînît û pisiyara babetan dike ew nîşana giringiya wane bi bernamey.

Adil Hacî berpirsê pişka erşîfî, li dor karê pişkê diyarkir ku karê erşîfî li ser rêk û pêkikirina bername û stiranane û got: Me dorên 20000 hizar stiranan weku erşîf li radyoyê hene û me harîkariya gelek radyoyan kirî ye jiwanjî li swêd û elmaniya û radyoya akirê û şingalê û zaxo û pitiriya wan bi rêya stiranan û belgenameyan me dayinê û li dûv rapirsiyeka dezgayê xêrxazyê Barzanî radiyoya Duhokê ya yekê bû di kumkirina belgenameyan da û derbarey bernameyan jî gelek radyoyan mifa ji bernameyên me dîtî ye û pexşikirîne’ herwesan Adil Hacî diyarkir jî ku hindek rojan dorên 150 stiran dihêne pexşikirin û li dûv demê rojê û jyê guhdaran û babetên bernameyan û rûdanên rojane dihêne dabeşkirin, çunku em girêday xelkekîne û li dûv arezwyên wan diçîn.